Piştê gefên Erdogan li dijî Şoreşa Rojava ciwanan li her derê derbasa rewşa seferberi bûn. Ciwanan li dibistan û zaningehan de civînê xwe li dar dixin û ji bo li dijî şer xwe amade bikin nîqaş dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştê gefên Erdogan li dijî Şoreşa Rojava ciwanan li her derê derbasa rewşa seferberi bûn. Ciwanan li dibistan û zaningehan de civînê xwe li dar dixin û ji bo li dijî şer xwe amade bikin nîqaş dikin.
Civîna ciwanên Kobanê îro li Zaningeha Kobanê berdewam kir. Civîn bi deqqeyekî rêz girtinê destpêkir.
Rola xwendekaran di Şoreşa Rojava de hat nirxandin. Hate gotin ku di avakirina PKK de ji xwendekaran rolakî mezin leyistiye. Koma ku PKK avakir li zaningehan derketin. Dîsa pêşengên Şoreşa Rojava ji xwendekaren Zaningehên Suriye bûn.
Piştre ciwanan rewşa gelê Kurd ê ku bi dehan salan e di nav berxwedani de ne nirxandin. Ciwanan got ku Şoreşa Rojava bi xwîna Şehîdan ava bûye û em niha dikaribin vê zaningehê de bi zimanê xwe perwerde bibinin ev bi saya vê Şoreşê ye. Pêwîste em vê Şoreşê biparêzin, ne ji dewletan re girêdayê bibin. Pêwîste em girêdayê destkeftiyê xwe bibin.
Her wiha ciwanan mijara xweparastinê jî nîqaş kirin. Ciwanan anîtin ziman ku çawa her zindîyek dikare xwe biparêze pêwîste li dijî her êrîşê xwe biparêzin.
Civîn bi van nîqaşan dawî bû.