Tevgera ciwanên şoreşger ên sûryeyê jibo nirxandina rewşa ku herî dawî diqewime civînek xwe li Serekaniyê darxistin .
SEREKANİYÊ– Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ji bajarên Serêkaniyê, til temir, zirgan û jibo nirxandina rewşa ku di pêvajoya dawî de diqewime civînek li bajarokê zirgan li darxistin.
Civîna bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Harûn Apoyî geşedanên siyasî û leşkerî li ser asta herêmê şîrove kir.
Harûn Apoyî anî ziman ku mûdexeleyên derve di herêmê de, herêm veguherandin navenda teror û wêrankirinê.
Harûn Apoyî bal kişand ser şerê taybet û êrîşên li dijî çanda Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku dewletên rojavayî şerê taybet bi hemû şêwazan li dijî gelên Rojhilata Navîn dimeşînin û bi taybet li ser ciwanan. Ev jî di pişaftina kevneşopiya bav û kalan de diyar dibe.
Her wiha Harûn Apoyî êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê bi bîrxist û destnîşan kir ku Efrîna mînaka herî ber bi çav e ku hovîtiya dewleta Tirk eşkere dike.
Harûn di dawiya axftina xwe de bang li ciwanan kir û got:“Berpirsyariya şoreşê dikeve ser milê ciwanan. Divê şoreşê hilgirin ser milên xwe û di rûpelên dîrokê de belge bikin da ku ji nifşên pêşerojê re bibin lêveger û gefxwarinan re bibin bersiv.“
Di dawiya civînê deTevgera Jinên Ciwan ên Rojava bi boneya 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aiyê MÎT’a Tirk ve hatin qetilkirin daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê Nûjîn Berî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em komkujiya hember Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatî şermezar dikin. Dewleta Tirk, Tevgera me di kesayetiya rêheval Leyla ku xebatên ciwanan dikir de kir hedef. Em jî weke jinên ciwan soz didin ku rêya wan bişopînin. Wek rêhevalên xwe Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan xeta berxwedanê berdewam bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ev 61 roje ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye hate silavkirin û wiha hate domandin: ” Dewleta dagirker çi jî bike nikare mafên jinan ji wan bistîne. Em soz didin ku rêya wan berxwedêran bişopînin.“
Daxuyanî bi drûşmeyên“Bijî berxwedana Îmralî“û “jin Jiyan Azadî“bi dawî bû.