Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger duh şevê li Navenda Parîsê li dijî qetlîama Parîsê meşek li dar xistin. Ciwanên ku bi ala Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan li Garê du Norda bê navber bi diruşman berz kirin.
PARÎS- Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger duh şevê li Navenda Parîsê li dijî qetlîama Parîsê meşek li dar xistin. Ciwanên ku bi ala Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan li Garê du Norda bê navber bi diruşman berz kirin. Ciwanan bi dirûşmê, bi panqartên ku suretên Şehît Sara, Şehît Rojbîn û Şehît Ronahî hebû berpirsiyariya vê qetlîamê protesto kirin. Li ser panqartên hatine amadekirin de bi Frensî nivîsa ‘’Kujerê me mir. Lê yê ku fermanê dan hêj jî dijîn û Azadin! Fransa wê çi bike?’’ hatibû nivîsandin.
Her wiha kesên ku di rê de diçûn û li cafeya runiştibûn jî piştgirî dan çalakiya ciwanan. Ciwanan di meşe de daxuyaniyek jî dan. Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de anî ziman ku; ‘’Çalakiya Greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger her roj zêdetîr berpirsiyariya şikandina tecrîdê bardike li ser milê me. Pêwîste êdî hemû ciwanên Kurdistanê deng bi din vê berxwdanê û xwedî Rêbertiyê xwe derkevin. Herwiha em bang dikin ku tevahî gel û ciwan tevli meşa 12 Çile’yê ku li dijî qetliama sê jinên Azad Sara, Rojbîn Ronahî li Parîsê were lidarxistin bibin. ‘’