Tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome û li dijî vê hêrsa gel û Ciwanên Kurdistanê jî her diçe zêdetir dibe.
DUSELDORF- Duh êvarê li bajarê Almanya Duseldorfê welatparêzên Kurd li balafirgeha Dûseldrofê ji bo tecrîd protesto bikin û piştgirî bidin çalakiya berxwêderên greva birçîbûnê yê Leyla Guven, ên zindanan, Strasbourg, Galler û Hewlêrê dagir kirin. Li balafirgehê ji bo bal were kişandin li ser tecrîdê daxuyaniyekê dan. Welatparêzên Duseldorfê da xuyakirin ku ev çalakvanan ji bo tecrîd were şikandin ev çalakî li darxistine, em jî dibêjin xwesteka wan xwesteka me ye.
Her wiha bang li gelê Kurdistanê kirin ku li dijî tecrîdê dengên xwe bilind bikin û xwedî ji çalakvanên greva birçîbûnê derkevin.
Piştê ku polêsên Elman xwest mudahaleya çalakvanan bike destûr nehat dayîn û bi meşekî ji balafirgehê derketin.