Polîsên dagirker duh 5 ciwanên derp kirin biribûn Midûriyeta Polîsan a Şakirpaşa û îro serbest berdan.
EDENE – Duh li Edenê, di dema şermezarkirina tecrîdê de, 5 ciwanên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan,
Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edenê, duh ji bo balê bişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li taxa Ova ya Seyhanê meşek li dar xistin. Polîsan mudaxileyî ciwanan kirin û bi lêdanê 5 ciwan binçav kirin. Polîsan 5 ciwanên derp kirin birin Midûriyeta Polîsan a Şakirpaşa û dûre serbest berdan.