Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad bi daxuyaniyekî li dijî tecrîda giran liser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo dengê çalakvanên greva birçîbûnê banga çalakiya lezgîn kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad bi daxuyaniyekî li dijî tecrîda giran liser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo dengê çalakvanên greva birçîbûnê banga çalakiya lezgîn kirin. Her wiha banga tevlibûna meşa 12 Çileyê protestokirina qetlîama Parîsê hate kirin.
Bi Rihê SERÎ HİLDE derbasî çalakiyan bibin
Tevgera ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad di daxuyaniya xwe de gotin ku; ”Em wek ciwanên welatparêz û Enternasyonal bang herkesi dikin ku li dijî ferzkirina ciwanan ê ku bê Rêbertî jiyan bike bi ruhê Serî Hilde û faşîzmê parçe bike li hemû qadan derbasî çalakiyê bibin.”
Pêwîste Ciwan bi çalakiyên xwe qomployên nû parçe bike
Di daxuyaniyê de li ser qomployên nû bal hate kişandin û wiha hate gotin; ”Rêbertiya ku li dijî Moderniteya Kapîtalîst jiyanekî alternatif ava kiriye û berxwedanekê bêhempa derxistiye holê niha di bin tecrîdekî giran de ye. Vîna ku Rêbertiya gelan afirandiye niha belavê tevahî çar aliyên cihanê bûye. Hêzên hegemonîk bi dagirkirina Efrînê dixwaze ku konsepta êrîşê yên ku li dijî jiyana azad dimeşîne kûrtir bike. Pêwîste em vê ya baş bizanibin ku li pişt êrîşên dewleta Tirk hêzên hegemonîk ên ku dixwazin li Rojhilata Navîn alozî berdewam bike heye. Bi berxwedana Rêber Apo qomployên ku xistin meriyetê vala hatiye li der xistin. Lê hêzên hegomonîk dixwaze ku bi konseptên nû di serî de bi tecrîda li ser Rêber APO ve qomplo kûrtir bike û jiyana azad tasfiye bike.”
Berxwedana greva birçîbûnê gihiştiye qonaxekî kirîtîk
Daxuyanî bi banga xwedî derketina çalakvanan kirin û gotin; ”Bi saya Têkoşina Azadiyê modela Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviyek mezin. Di vê bingehê de faşîzma Tc bi her cure êrîşê wek Neo Hitler êrîşa têkoşîna azadiya gelan dike. Li hember van êrîşan jî li hemû qadan de berxwedana me her diçe mezintir dibe. Çalakiya greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger yên ji aliye Leyla Guven ve li Zindanan hatiye destpêkirin û çalakiyên greva birçîbûnê ên li Ewropa û qadên din berdewam dike êdî gihiştiye qonaxek girîng û kritik. Êdî dem hatiye ku di destpêkê de ciwan û gelê me hemû kes ji vê berxwedana ku ji aliyê rêber APO û çalakvanên greva birçîbûnê ve tê nişandan re xwedî derketinek mezin bike. Bi van esasan li tevahî qadan de ê dî dem hatiye ku derbasî çalakiyên bêserok jiyan nabe bibin. Pêwîste neqebulkirinek kêliyekî bê Serokatî jiyanê ji faşizme hesap were pirsin. Rêber APO xeta sor ya ciwanan, Gelê Kurd, Enternasyonal, Sosyalîstan e. Em carekî din diyar dikin ku em li dijî ferzkirina bê Serokatî jiyan kirinê hesabek giran bipirsin.”
Hemû qadan veguherînin qada çalakiyê
Di daxuyaniyê de herî dawî banga xurtkirina çalakiyan û tevlêbûna meşa 12 Çileyê hate kirin û wiha dawî bû; ”Em dixwazin ji ciwanên Ewropa dijîn re bêjîn ku tiştê tê kirin ji nû ve xistina meriyeta komploye. Çawa Rêberê me bi berxwedanê qomplo vala derxist pêwîsteste em jî bi berxwedan û çalakiyên xwe ve qomploya ku nû tê kirin parçe bikin. Êdî Ciwanên Apoyî pêwîste li dijî faşizma ku bi politikyên xwe dixwaze Kurd tûne bike bi ruhê ‘’Serî Hilde’’ bersiv bibe. Di nav berxwedana serdemê de cihgirtin çiqas girîng be, ên ku me dike me jî xwedî derketina azadiya rêberê xwe ye. Em ji hemû ciwanên Şoreşger û jinên ciwan re dibêjîn ku îro li dijî hemû qomployan ‘’Êdî Bes e, Serî Hilde’’ bêjin.
Çalakiyên ku bi rojane berdewam dike bi bilndkirina wan di 12 Çileyê de li Parîs’ê bi tevlibûna çalakiya protesto kirina qetlîama Parîsê hesabê ji faşizmê bipirsin û her derê bikin qada çalakiyan. Êdî dem erka cihanîtina mîsyona ciwanan e. Li dijî qetlîamên faşizme û qomployan bi Serî Hilde ve bi tevli bûna meşa 12 Çileyê xurttir bikin.
Em bang hemû ciwanên welatparêz, enternasyonal ên li Ewropa dijîn dikin ku bi rihê berxwedana Şehîd Çiyager, Şehîd Axîn û Şehîd Baran’an hemû qadan veguherînin qada çalaki û bi Rêber Apo re jiyanekî azad.”