Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
MARSÎLYA- Bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bal kişandina ser ewlehî, tenduristî û azadiya wî li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd li Balafirgeha Marsîlyayê çalakiyek kirin.
Ciwanan di çalakiyê de diruşmên ”Bijî Serok Apo” û ”Bimre Faşizma Tirk” berz kirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, di serî de ciwan, hemû welatparêz û hêzên demokrat ji bo faşîzmê têk bibin, di nava berxwedanê de ne, bang kir ji îro û pêde wê tim di nava çalakiyan de bin.
Her wiha ciwanan bang kirin ku herkes ji çalakiya îşev di seat 18:30 de li qada Marignan tevlê bibin.