Li bajarê Fransayê Bordeauxê endamên Ciwanên Kurd li stasyona gerîdgeha Saint-Jean a Bordeauxê çalakiya bêguriya sivîl pêk anîn.
BORDEAUX- Li bajarê Fransayê Bordeauxê, 30 endamên Ciwanên Kurd, ji bo ku bal bikşînin tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û grevên birçîbûyînên bêdem û bêdorveger ên ku li hemberî tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven ve dest pê kir û li zîndanan û gelek bajarên Kurdistanê û Ewropayê belav bû, li stasyona gerîdgeha Saint-Jean a Bordeauxê çalakiya bêguriya sivîl pêk anîn. Di çalakiyê de panqartên ” Ji Ocalan re Azadî“ û ji bo piştgirîdayîna çalakiya grevên birçîbûyînê û posterên Abdullah Ocalan hate daliqandin. Ciwan dirûşmeyên ” Ji Ocalan re Azadî ”, ” Biqehire Dewleta Tirk a Faşîst ” û ” Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” avêtin.
Piştî çalakiyê di derbarê tecrîd û piştgirîdayîna grevên birçîbûyînan de belavok hate xwendin û Ciwan gotin; “ heya em bigihîjin armanca xwe çalakiyên me wê berdewam bikin“. Çalakî bi sirûda ” Çerxa Şoreşê“ bi dawî bû.