Navenda Ragihandina HPG bi daxuyaniyekê li ser nasnameyên gerilayên di sala 2018 de nehatine eşkere kirin agahî da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina HPG bi daxuyaniyekê li ser nasnameyên gerilayên di sala 2018 de nehatine eşkere kirin agahî da.
Daxuyaniya HPG wiha ye:
Di warê şoreşa Azadî ya Kurdistanê de, sala 2018 bi berxwedana ku hate nişandan, li dijî êrîşan û jibo azadiya Kurdistanê salekî serkeftinê bû. Rêjîma faşîst a AKP, ku armanc dike ku serkeftinên gelê me ji holê rake, dixwaze konsepta tesfiyeye destkeftiyên gelê Kurd kurttir bike. Di vê çarçoveyê de, şerekê mezin li Kurdistanê heye.
Encamên vê şerê bi awayekî herî rast û hêsan bi rojane ji raya giştî re pêşkêş dikin. Lê belê, ji ber ku zehmetiya şerê Kurdistanê, mercên di warê şer û wek sedemên din, hin nakok û bûyeran nikarin zû were zelal kirin an jî di demek ku lêpîrsina wî tê kirin piştre berfireh belav tê kirin piştre ji raya giştî re tê daxuyandindin. Di vê çarçoveyê de, me nekarî ji beşek hevalên me ji 523 şehîdên me yên ku hatibû ragihandin nasnameya wan di sala 2018 de eşkere bikin. Dema ku agahiyên hevrêyên şehîd ketine were zelal kirin wê ji raya giştî re were daxuyandin û gele me were ragihandin.