YPG: ”Li ser sînor dronekî ya dewleta Tirk hate xistin”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di derheqa xistina balafira bêmirov ê artêşa Tirk de daxuyanî da.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di rojên yekemîn a sala 2019’an de, balafirek bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker, dema li ser bajarê Dêrikê yê ser bi herêma Cizîrê bi armanca keşfê digeriya, ji alî hêzên me ve hate hedef girtin û hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker a ku li hember Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê hîn jî di nav armanca dagirkeriyê de ye, hewldanên xwe yên binpêkirina sînor didomîne. Her cûre amûr û alavên ku bê destûr bikevin herêmên di bin serweriya hêzên me de wê di çarçoveya parastina rewa de werin bê bandorkirin. Binpêkirinên bi her awayî yên li ser sînorên me wê li ser esasê rêgezên angajman bersiva xwe bibînin.”

Nivîsa Pêş