Li bajarê Almanya Koln’ê duh şevê li dijî saziya faşîstan ji aliyê ciwanên Kurd ve çalakî hate li darxistin. Saziya TGB ê ku di dema dagirkirina Efrînê de piştgirî dida dewleta Tirk bû hedefa Ciwanên Kurd.
ALMANYA- Li bajarê Almanya Koln’ê duh şevê li dijî saziya faşîstan ji aliyê ciwanên Kurd ve çalakî hate li darxistin. Saziya TGB ê ku di dema dagirkirina Efrînê de piştgirî dida dewleta Tirk bû hedefa Ciwanên Kurd. Ciwanan bi çalakiyên xwe camên ofîsa Saziya TGB anîn xarê û nivîs li ser dîvarên wî hate nivîsanadin. Jiber Ku dema dagirkirinâ Efrînê de li ser bombeyekî ” Ji TGB’ê re ji Efrîn’ê silav heye” hatibû nivîsandin, ciwan jî li ser dîwarên TGB’ê ”Silavê YPG’ê ji we re heye” hate nivîsandin.
Ciwanan piştê çalakiyê xwe daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de gotin ku; ”Ji bo tecrîda giran li ser Rêber Apo were rakirin her çalakî rewa ye. Di heman demê de erkekî exlaqî ye. Çalakiya berxwêderên greva birçîbûnê gihiştiye astekî krîtik. Em bang CPT dikin ku berpirsiyariya xwe bîne cih. Ger tecrîd ranebe em ê her roj çalakiyên xwe bilindtir bikin û hesabê vê êşkenceyê bipirsin. Em bang hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li her derê Serî Hildin û derbasî çalakî bibin.”