Aktîvîstên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Ciwanên Kurd li qantona Swîsre Zûrîh’ê li dijî tecrîdê derbasî çalakiyê bûn.
ZÛRÎH- Aktîvîstên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger Ciwanên Kurd li qantona Swîsre Zûrîh’ê li dijî tecrîdê derbasî çalakiyê bûn. Ciwanan li stasyona trênê yên navendî de bi vekirina al û panqartê xwe diruşmên ”Bijî Serok APO” berz kirin. Kesên ku li stasyonê bûn jî ji çalakvanana re piştgirî dan.
Çalakvanan bal kişandin li ser rewşa tendûristiya Leyla Guven û dan xuyakirin ku xwesteka çalakvanên greva birçîbûnê xwesteka wan e. Ciwanan bang li herkesi kirin ku heya tecrîd rabe di çalakiyên bêdem de bibin.