Em hinekî jî li nûçeyên ku li ser maseyê tê sekinandin û ji aliyê şalûz û nanxurên qesrê re tê weşandin binêrin. Beriya ku nûçe neweşandin, em texmîn dikin ku çi wê were weşandin. Ji ber ku her çiqas şîrket û kardêrên ên şalûz û nanxuran cuda bibe jî, argumanên wan heman in, taqlît in. Wek faşîzmê û mêjiyên faşîst. Ma ne Hîtler bû digot “ Mamosteyê min Mustafa Kemal e“? Ma ne Franco bû taqlîdê Mussolînî dikir? Ji yên ku Erdogan dişibandin Hîtlerê re bersiva Erdogan ji ber ku tenê taqlîdvan e, digot “Belê ez faşîst im“. Ma ne wezîrên “ tu tiştan” bûn ku weke Suleyman Bêesil dîroka qedandina PKKê û hêjmaran didan? Cudahiya sernûçeyên di navbera 16‘ê Tebaxa 1984‘an û îro de çi heye? Komarek ku ev 45 salan taqlîdê xwe dike! Niha jî dîroka qedandina PKKê ya nû ku ji aliyê wezîrê “ karê tu tiştan “ ya vê demê Suleyman Bêesil ve were gotin, mijara meraqê ye. Ev bi rihetî were gotin ku, bi serçeteyê mezin ve di armanc û hedefên şerê teybeta Tirkan de hin guhertin çêbûne. Serçeteyê mezin, di aliyê eyar kişandina ji çapemeniyê û kardêrên medyayê re û ew şalûz û nanxurên qesrê kirinê de faşîstek hoste ye. Kardêrên medyayê û nanxurên qesrê jî êdî ji vê rewşê aciz in. Lê mixabin ku ji ber ku paşerojên wan nen paqij e, lewma li hemberî serçeteyê nikarin ser piyan bisekinin. Şexsan nabêjim. Paşerojên kardêrên medyayê jî bi qasî serçete gemar e û bixwîn e. Ew jî komkujiya ku di Kurdistanê tê kirin de berpirsiyar in. Ji ber ku rêgeza çapemeniyê ya ”bêalîbûnê“ û mafê civakê ya “nûçeyên rast girtinê“ di bin piyan de hiştin.
Me gotibû; di heyama serçeteyê de, di şerê teybeta Tirkan hin guhartin çêbûne. Belê. Êdî derdorên nû hedef in. Êdî xwe bi PKKê re bisînor nahêlin. Ji ber ku PKK, planên wan xera kir. Ango PKK, bi şêwaza xwe yê bîryardarî ve, zorê da ku serçete Erdogan pêngavên xwe yên nû biavêje. Serçete, êdî hedefên xwe bi vekirî dibêje û êrîşê wan jî dike. Lê hedefa ewil qedandina PKK ye û piştre jî bêdengkirina kesên ku bêrêxistin in û nikarin mafên xwe biparêzin, zextî, stûxwar kirin û heke bibe alîgirê xwe kirin û wan di karên xwe yên gemar de bikaranîn e. Weke makîne xebitandin e. Bi vî awayî ji ber ku serçete PKK nikare biqedîne, ji her deverê re şer daye destpêkirin.
Vaye em dibînin. Îro, her çîn, dever, rêxistin û zanîngeh ên ku li dervayî pergalê ne, weke PKK, di lîsteya dewletê cihê xwe digrin. Yên ku cuda difikirin û vê diparêzin niha di zîndanan de ne. Ciwanên ku dixwazin zanîngeh xweser bibin, an di zîndanan de ne an jî mafê wan ên perwerdehiyê hatiye qedandin. Ji ber ku li Zonguldakê û li Manîsayê, malbatên ku nasên xwe ji ber bêewlehîbûnê di karê kanan de wendakirin, dewlet protesto kirine an meaş nestandin an jî derxistin dadgehê. Grevê ku mafê karkeran e, tê qedexekirin. Ji ber ku di tora civakê de bi îdiaya heqeret li serçete û dewletê kirine bi hezaran kes hatine girtin. Hunermendên ku dibêjin “Huner ji bo civak e“ tên melisandin. Jinên ku rastî destdirêjiyê tên, têne sucdarkirin. Di sernûçeyên çapemeniya serçete û nanxurên wî de ew temamî weke terorîst tên nîşandan. Lê ew tenê li dervayî pergalê ne. Pergala heyî qebûl nakin û kesên ku xwediyê wîcdan in. Kesên ku ji aliyê çapemeniya Tirkan ve wek terorîst tên nîşandanê, divê em wek leheng bibînin. Çawa ku dewlet, gerîla wek terorîst nîşan dida û di rastiyê de lehengên gel in, ev jî wisa ye. Di demên kevn de zarokên ku dixwestin bibin kardar an jî mamoste, îro dixwazin bibin gerîla. Dixwazin li ew çiyayên ku lehengên xeyalên wê/wî de lê dijî bêhneke azad bigrin. Ango lehengên gel, her tim yên ku derveyî pergalêne. Di dîrokê de Nemrûd, Dehaq, Sargon,Neron,Musolînî, Hîtler an jî Franko wek lehengê gel derbas nabe. Wêneyên wan di bîra me de wek xwînmija divejîne.Li hemberî Nemrûd Hz. Îbrahîm, hemberî Dehaq Kawayê Hesinkar, hemberî Mûsolînî Hîtler û Franko jî lehengên gel tê nivîsandin.Tu kes navê lêbokên Che Guevara kuşt nizanin, tu kes navê dagirkerên Wîetnamê nizane, tu kes navê leşkerên Denîz Gezmîşan revand nizane , tu kes navê êşkencevanên li zindana Amedê nizane. Lê belê Che, Apê Wîetnam Ho , Denîz Gezmîş û hevalên wî ji bîr nakin. Hemû kes Mazlûm Dogan, Laz Kemal, Kizil Yildiz Alî, Hayrî Durmuş an lehengên ciwaniyê zanin û nas dikin. Û hemû kes çi qas kêm be jî ji bo wek wan bin dixebitin, dixwazin şopa wan de biçin.Ev di nava ciwanan de wek evîn û azweriye. Şerê taybet nikare eva tune bike. Nikare lehengên gel wek tune raber bike.
Bila, serçete hemû kesan terorparêz danezîne wê dikaribe bighêje armanca xwe? Em li dîrokê dinerin. Tu cûdatiya wî ji Hîtler ,Franco, Musolînî tune. Her tişt zarveyî. Îro Hîtler a Almanya ji Hîtler re cinûs dibarîne, ji Faşîstên we Franco û Musolînî bi hêrs qal dikin.Yên ku mereq dikin ji serçete çawa qal dibe, bila medyaya ciwakî bişopînin. Yên ku medyaya wan a ciwakî tune divê nûçeyan da nextê wisa dîtibin;” Ciwanê ku li ser medyaya ciwakî ji serokomar re heqeret kirî hat binçav kirin, cezaya pere hat xwestin an jî hat bendî kirin.”
Girtin hê jî berdewam dike.
Yên ku li derveyî pergalê dimînin, yên ramanên wan û serçete ne yek in berxwedanê didomînin.
ANDOK OZGUR