Li bajarê Fransa Marsilya’yê bi bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwanên Kurd îşev çalakiyekî bêîteatiya sîvîl li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Fransa Marsilya’yê bi bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwanên Kurd îşev çalakiyekî bêîteatiya sîvîl li dar xistin. Ciwanên ku xwestin bal bikşînin li ser tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yê ku bi heman sedemê tê kirin li semta Martîgues’ê derketin kolanan û çalakiyek li darxistin. Çalakiya ku di qada Martîgues’ê destpêkir de postera Leyla Guven hate vekirin. Bi alên PKK 3u bi Suretên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ciwanan di çalkiyê de bênavber dirûşmên bi ziman Fransî ”Ji Ocalan re Azadî”, ”Bimre faşizma RejîmaTirk” û ”Ciwan Fedayiyên Rêber Apo avêtin” avêtin.
Ciwanan piştê meşê bal kişandin li ser çalakiyên greva birçîbûnê û banga hestiyariyê kirin. Her wiha bang kirin her kesî ku tev lê çalakiya 12 Çileyê meşa Parîs’ê bibin.