Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ewlehî û tenduristiya wî tên kirin, dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Aktivîstên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li Zurîhê li dijî tecrîdê çalakiyek kirin. Ciwanên ku li stasyona trenê ya navendê pankart û al vekirin dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandina ser rewşa Leyla Guven a di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
BERN
Ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Stasyona Trenê ya Navenda Bernê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Tikiye baldar be! Cîhaneke bê Ocalan em ê di serê te de hilweşînin’ û posterên Ocalan hatin hildan. Bi meşeke li nava stasyona trenê hate kirin tecrîd hate protestokirin.
WÎNTHERTHÛR
Bi pêşengtiya Komuna Jinan a Arjîn Garzan li stasyona trenê ya navenda Wîntherthûrê bi armanca piştgirîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Hevseroka KCD-Swîsreyê Songul Arslan axivî û got: “Daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê daxwazên me ne.”
SOLOTHÛRN
Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Stasyona Trenê ya Navendê hatin ba hev bi dirûşman tecrîd protesto kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li pêşiya şaredariyê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên grevan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan. Dîsa pankartên ‘Bila tecrîd bê bidawîkirin’ û ‘ Heta Ocalan azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe’ hatin vekirin.