Li Garê du Nord da yên bajarê Fransa Parîsê Ciwanên Kurd û Xwendekarên Kurd ji bo tecrîd protesto bikin û piştgirî bidin çalakvanên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin.
PARÎS- Li Garê du Nord da yên bajarê Fransa Parîsê Ciwanên Kurd û Xwendekarên Kurd ji bo tecrîd protesto bikin û piştgirî bidin çalakvanên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin. Çalakî di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û YXK-JXK de pêk hat. Çalakî bi pankart û dovîzên ku xwesteka Leyla Guven dianî ziman û li dijî tecrîdê bû vekirin. Her wiha di çalakî de belavok hate belav kirin.
Ciwanan di çalakî de bant li devê xwe zeliqandin û di cihê xwe de bi pankartên bi nivîsên piştgiriyê sekinîn.
Ciwanan ji kesên ku li derdorê kombûne re belavokên pirzimanî belav kirin.
Di dawiya çalakî de ji bo rewşa Leyla Guven banga çalakiyê bêdem ji ciwanan hate kirin û banga tevlê meşa 12 Çileyê hate kirin.