Di operasyona qaşo li dijî tiryakê de, di navde polîsên dewleta dagirker jî heye gelek kes hatin binçavkirin. Derket holê ku serokê çeteya tiryakê polîs e.
STENBOL – Di operasyona qaşo li dijî tiryakê de, di navde polîsên dewleta dagirker jî heye gelek kes hatin binçavkirin. Derket holê ku serokê çeteya tiryakê polîs e.
Yekîtiya Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîk a Stenbolê îro serê sibê li dijî gelek navnîşanan operasyona narkotîkê pêk anî. Di operasyonê de polîs jî di navde gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Cumhuriyetê Yekineyên polîsan li dijî malek li navçeya Fatihê ya Stenbolê ku 3 mehin dişopîne operasyon pêk anî. Di serdegirtina malê de gelek maddeya tiryakê ku ji bo firotinê amadekiribûn hat desteserkirin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de serokê çeteyên tiryakê polîs derketiye. Polîsê ku serokê çeteyên tiryakê hat binçavkirin. 25 kesên ku di operasyonê de hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.