QSD: ”147 çete hate kuştin û 400 sîvîl hate rizgarkirin”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekî bîlançoya 24 seatan diyar kir. QSD got ku147 Çeteyên dagirker hatiye kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Şervanên me li bajarê Hecînê û derdora wê êrîşî bargehên terorîstan kirin, hejmarek mezin ji terorîstan hatin kuştin. Şervanên me her wiha nuqteyên nû ava kirin. Di xebatên paqijkirina herêmên rizgarkirî de depoyeke mezin a çekan û kargeheke çêkirinên topên hawnê hatin dîtin.

Tîmên endizyariya leşkerî hejmareke mayînên ku terorîstan li herêmê çandibûn bê bandor kirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê hêzên me zêdeyî 400 sivîl ku terorîstan wan wekî mertalên zindî ji bo parastina xwe bi kar dianîn, rizgar kirin û ew derxistin deverên bi ewle.

Di heman demê de, li aliyekî din ji vê eniyê, şerekî giran rû da, di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Şervanan piştî şerên giran 21 nuqteyên nû ava kirin.

Li eniyê El-Şaafayê jî di navbera şervanên me û endamên rêxistina terorîst de şerên dijwar qewimîn, di şer de gelek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Hêzên me 2 km bi pêş de çûn û 29 nuqteyên nû ava kirin, her wiha rêjeyeke mezin çek û cebilxane desteser kirin.

Li aliyekî din ê eniya El-Şaafayê tevgera terorîstan hate şopandin û ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encamê de şerên giran derket, gelek terorîst hatin kuştin û yên din reviyan. Her wiha tîmên endizyariya rakirina mayînan gelek mayînên ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn bê bandorkirin.

-Encama dawî ya şer:

Hejmara kuştiyên terorîstan: 147 terorîst.

-Çek û cebilxaneyên ketine destê şervanên me: çeka zagros hejmar 1, 4 çekên brno, 12 çekên sekvaniyê, 25 topên RPG, 4 cercûrên sûqastê, 1 dika doçka 23 mm, 2 fozên S-begino, 2 çekên M16, 64 klaşînkov, 4 topên hawn 120 mm, sendoqeke cebilxaneyên doçka 12.5 mm, kargeheke çêkirina topên hawnê, 5 çekên RBG, depoyeke çêkirina çekan ku ji parçeyên çekên BKC, sûqastê, klaşînkov, 200 parçeyên çeka klaşînkov, 8 çekên A4 tevlî lûleyên wê, 1 çeka BKC û 2 lûleyên wê, 77 alavên peywendiyê û 1 doçka 12.5 pêk dihat

-Windahiyên terorîstan: 78 navendên terorîstan, 2 bargehên mayînan, kargeheke amadekirina wesayîtan bombebarkirî, 6 ereb, 3 bargehên topên hawnê, 4 kargehên teqemeniyê, bargeheke avêtina balafirên keşfên (drone) hatin rûxandin. Her wiha 2 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

-Derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî: 63 derbe.”

Nivîsa Pêş