Li Silêmaniyê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve rojnameger û pêşkêşvanê Aryen TV Selah Xidir hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) welatiyan xwestin şehîdên Parîsê li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi bîr bînin, lê rastî mûdexele û astengiya asayîşa Silêmaniyê hatin. Di mûdaxelaya asayîşê de 50 kes ku piraniya wan jinin hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de rojnameger û pêşkêşvanên Aryen TV Selah Xidir û Kelsûm Hûseyîn jî heye. Kelsûm Hûseyîn li gel zarokê xwe yê 4 salî Ferhad hatiye binçavkirin.
Li gorî yasaya karên rojnamegerî nabe ti rojnameger werin binçavkirin.