Kesên veqetiyane sedema veqetandina xwe ji çeteyên Mertala Firatê diyar kirin û got, çeteyên behsa mijarê destdirêjî, dizî û talkirinê li dijî sivîlan dikin, bi taybet çeteyên Efrînê û gotin sivîlan dikujin û heqeretê li wan dikin.
MINBIC- Li gorî nûçeya malpera Meclisa Leşkerî ya Minbicê; 4 çeteyên koma Mertala Firatê ya girêdayî dewleta Tirk ji komê veqetiyan û xwe radestî Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin.
Li gorî nûçeyê kesên veqetiyan; Xelîl Mihemed Îlêwî Ebû Lêl El-Dûmanî ji gundê Merûsa yê Cerablusê ye, Hemed El-Şêx Ebdo (Ebû Mûsa) ji herêma Meskena ya rojhilatê Helebê ye, Hesen Elî (Sînan) ji bajarokê Sirîn ê başûrê Kobanê ye û Îbrahîm Mihemed Şêx Osman ji gundê Qebê yê ku rojavayê Kobanê ye.
Kesên veqetiyane sedema veqetandina xwe ji çeteyên Mertala Firatê diyar kirin û got, çeteyên behsa mijarê destdirêjî, dizî û talkirinê li dijî sivîlan dikin, bi taybet çeteyên Efrînê û gotin sivîlan dikujin û heqeretê li wan dikin.
Kesên veqetiyan bang li kesên di nav çeteyan de kirin ku vekişne.