Em berdewam bikin nivîsa xwe. Bila, ev şalûz û nanxurên qesrê çi û çawa vedişêrin ? An jî çima vedişêrin? An jî tiştê ku vedişêrin ma gel ew nizane? Di civakek polîtîkbûyî de herkes ji operasyonên ferasetê haydar in. Lê di hemberî van têkoşînê de bêrêxistin in, bêrêbaz in û ne bes in. Teqez herkes vê gotibe; ” me gotinên we nexwar lê wek me xwarî tevbigerin“. Di esasê xwe de, di binê gotina ” wek me xwarî tevbigerin“ de ew mikur heye; ” em niha bêrêxistin in, bêrêbaz in lê belê ji kirinên we jî haydar in.“. Kêmasiyên xwe bêrêxistin û bêrêbazbûna xwe dîtin, di lêgerîna riya rast de serişteyekê ye. Em dikarin pêşde li hemberî şerê teybet rêbazên têkoşînê jî bêjin. Lê niha xwesteka me yê esas, şalûz û nanxurên qesrê, bi xebitandina şerê teybet ve çi vedişêrin, vê derxînin holê.
Serçete Erdogan, çawa eyar li medyayê dikşîne û wan dike nanxurên xwe tê zanîn. Bila be, ev şalûz û nanxuran çawa şerê teybetê bi kar tîne? Çawa xizmetê serçeteyê dikin? Ev rastiyeke ku destên serçete gemar e û diranên wî jî bixwîn e. Jixwe em şalûz û nanxuran jî di salên 90‘an de ji operasyonên leşkeriyê ku tevlî dibûn nasdikin. Ango mîna hucreyên pençeşêrê ji ser hevûdu xwe xwedî dikin. Hucreyên pençeşêrê jî ji ber ku li hember hevûdu şer dikin û mezin dibin, nexweşiyek kujende çêdikin. Têkiliya di navbera serçete û nanxurên wî de jî mîna vê ye. Heya ku hev biqedînin dixwazin li ser hevûdu serdestiyê çêkin. Têkiliyên berjewendiyê ye ango. Em dizanin ku serçete, niha di hewla avakirina artêşa şerê teybeta çapemeniyê de ye. Rola kardêrên medyayê jî niha tenê “ bi kar bîne û biavêje“ ye. Di dema derfet çêbibe de, serçete, fesên wan bixe li serê van nanxuran. Mîna ku ji rêhevalên xwe re kirî. Mîna ku ji Abdullah Gul, Bulent Arinç û Abdullatîf Şener re kirî. Ji ber ku serçete hê jî artêşa xwe yê çapemeniyê ava nekiriye, karên xwe yên gemar ser nanxuran dimeşîne. A niha, bi gefan, şantajan û bi dêk û dolaban vî karî dimeşîne. Yên ku stûxwar dibin, karên wan ên gemar dimeşînin.
Kardêrên medyayê, yên ku niha bes kirine û stûxwar bûne û karên gemar dimeşînin, li benda lewazbûna serçeteyê ne. Ji ber ku kardêrên medyayê ne kadroyên AKPê ne; kadroyên dewletê ne. Heke serçete lewaz bibe, di serî de kardêrên medyayê wê êrîşê serçeteyê bikin. Ev teybetmendiya hucreyên pençeşêrêyê ye. Lê belê heya wê rojê jî serçete çi bêje, mecbur in ku bi cih bînin.
Senaryoyên hevûdu xebitandin, li ser dijminahiya Kurdan berdewam dike. Serçete, şerê teybetê baş bi rêve dibe û di veşartina pirsgirêkan de jî nanxurên xwe baş dixebitîne. Bila, şerê teybet çi vedişêre û li dewsa wê çi tîne? Çapemeniya şerê teybet ji her tiştê zêdetir RASTIYÊ vedişêre. Li dewsa wê jî yên DEREW tîne. Ji ber ku hişmendiyek civakî pêşnekeve ji nûçeyên polîtîk û siyasî an nûçeyên magazînî pêşkeş dikin an jî çapemeniya şerê teybet her û her PKK tînê rojevê. Ji yên ku di nava dejenerasyonê de ne re magazîn; ji yên ku şopdarê siyasetê ne re jî PKK. Bi ser de carinan, qaşo rêvebirên dewletê jî dikevin magazînê. Kî ji kî re çi gotiye; kîjan parlementer twet avêtiye û kîjan wezîr li dawetê stran gotiye û hwd. Lê belê mixabin di rastiyê de peywirên parlamenter û wezîran çareserkirina pirsgirêkên civakî ne. Bi vî awayî jî rastî tê veşartin.
A niha pirsgirêkên TCê hinek ew in; pirsgirêka nûçeyên rast, pirsgirêka azadiyê, pirsgirêka aboriyê, pirsgirêka xweîfadekirinê, pirsgirêka zanîngehê, pirsgirêka bêkariyê, pirsgirêka xwebirêxistinkirina xwendekaran, pirsgirêka jinkuştinê, pirsgirêka MEDYAyê qûrbankirina şerê teybetê û hwd. Ji van kîjanê bi rêgeza nûçevaniya rast ve tên dayîn. Civak di nava xîzanî û birçîbûnê de ye, lê gidî dengê xwe nekin; ji ber ku pirsgirêka me pirsgirêka terorê ye. Civak di rewşa awarte de dijîn, lê dîsa jî dengê xwe nekin! Lê belê di pêvajoyên rewşên awarte de herkes gumanbar e û sucdar e. Di pêvajoyên OHALê de herkes terorîst e. Yên ku polîtîqayên dewletê rexne dikin terorîst in. Evqas pirsgirêk heye, lê çapemeniyê jinedîtî ve tê. Ev ne şerê teybet e? Pirsgirêka TCê, esas ev in. Û yên ku serçete Erdogan biqedîne jî van rastiyan wê bibin.
Xeyaleke serçete û nanxurên wî heye. Qedandina PKK. Ev rastiyê jî, rastiyan din diavêje siya derewan. Lê ev xeyala serçete jî tenê xeyal e. Bila serçete Erdogan di nava xeyalan de bigere. Di nava alema xeyalan de berdewamiya şerê PKKê bike. PKK di cîhana rast de, rastiyekê ye. Û her tim wek rastiyek jî wê bimîne. Çapemeniya şerê teybet, dikare hemû rastiyê jînedîtî ve were. Lê belê nikare rastiya PKK jinedîtî ve were.
ANDOK OZGUR