Di derbarê gefên dewleta tirk ya ku dixwaze axa bakûr û rojhilatê sûryeyê dagir bike ajansa me nerînên ji ciwanên yên bajarê Amûdê ya ku perwerdaya xweparastinê didîtin girt.
AMÛDÊ – Li hemberî gefên dewleta Tirk ya ku dixwaze êrîşî axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye bike, Ciwanên bajarê Amûdê amadekariyên xwe dikin û xwe di milê leşkerî de perwerde dikin. Ajansa me nêrînên Ciwanên bajarê Amûde di derbarê gefên Erdoğan û plansaziyên wî yên dagirkirina axa wan de girt.
Jina ciwan Mehabad omer axivî û got: ”Ev perwerda ku em dibînin armancên wê ji bo ku em bizanibin çek bi kar bînin ji ber ku dijminê me amadekariya xwe ji bo êrîşî me bike û axa me dagir bike emê jî parastina xwe û axa xwe bikin”
Her wiha ciwanê bi navê Ibrahîm Mihemed nêrîna xwe anî ser ziman û got : ”Em hatine perwerda çek bibînin ji ber ku dewleta Tirk dixwaze êrîşî axa me bike û ji bo ku em bşkaribin li hemberî dijmin bisrkinin divê em fêrî bikaranîna çek bibin û heta dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwe bidin û em niha xwe di milê leşkerî de perwerde dikin.”