Çalakvanên ku duh di bîranîna sê jinên şoreşger a li Parka Azadî ya Silêmaniyê de hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çakakvanên medenî yên jin, kesayetên siyasî û endam û rêveberên Tevgera Azadî , Bereya Demokrasiya gel û RJAK’ê li parka Azadî kom bûn. Wê di bîranînê de kurte filma ku berxwedana Cansiz vedibêje, hatiba nîşandan û xelata îsal ya Cansiz pêşkêşê Leyla Gûven hatiba kirin. Lê ji ber asayîşa Silêmanî hêzeke zêde rewaneyê Parka Azadî kir mûdexeleyê girseya gel kirin û di encamê de piraniya wan jin û zarok jî di navê de bi giştî 52 kes binçav kirin. Şeva din tenê 5 kes hatin berdan. Yên din niha li Girtîgeha Kanî Gome de ne.
Li Girtîgeha Kanî Gome kesên hatine biçavkirin li dijî birçavkirina bêqanûnî dest bi greva birçîbûnê kirin.