Ciwanên HDP’î yên ku li navçeya Rezan a Amedê dema belavok belav dikirin polîsan bi lêdanê ew binçav kirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
AMED – Ciwanên HDP’î yên ku li navçeya Rezan a Amedê dema belavok belav dikirin polîsan bi lêdanê ew binçav kirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
Li navçeya Rezan a Amedê, 4 ciwanên Meclîsa ciwanan a HDP’ê dema têkildarî şahiya xwe belavok belav dikirin, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Polisan 4 ciwanên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeya 4 ciwanan hatin girtin serbest hatin berdan. Polîsan diyar kirin ku ciwanan “li dijî qanûna qebehetê derketine” dê wan ceza bikin.