Li paytexta Fransa Parîs’ê di selvegera Sê jinên Azad ên Kurd de bi hezaran kes hatin li gel hev û meşekî protestoyê li dar bixin.
FRANSA- Li paytexta Fransa Parîs’ê di selvegera Sê jinên Azad ên Kurd de bi hezaran kes hatin li gel hev û meşekî protestoyê li dar bixin. Kurdistaniyan û hevalbendên wan ji bo meşa Parîs ji gelek cihên Ewropa ketin tevgerê û serê sibê ve li Parîs’ê kom dibin.
Ji bo çalakiya îsalê re gelek tevgerên Jin ên biyanî jî piştgirîyê xwe eşkere kirHer wiha di serî de Partiya Komunîst û gelek organîzasyonê çepgir û demokrat jî tevli meşê dibin.
Girseya ku li qadê kom bû ber bi Qada Repuplique ve dest bi meşê bikin. Çalakî li vê derê de bi mîtîngekî dawî bibe Dîka ku hatiye amade kirin de li ser Qetlîama Parîsê a ku 6 sal berê hatibû kirin wê peyam were dayîn.