Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementerê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan îro bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk aniye.
Omer Ocalan diyar kir ku hevdîtin li ser agahdarkirina tendirustî û mafê jiyanê ye û bal kişand ser vî tiştî ku hevdîtin eleqeya xwe bi tecrîdê tune.
BÛLDAN: HETA ÇEND ROJAN EM Ê GELÊ XWE AGAHDAR BIKIN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku, “Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêzdar Abdullah Ocalan e, îro hevdîtinek pê re kiriye. Ez dixwazim bidim diyarkirin ku tendirustiya rêzdar Abdullah Ocalan baş e û heta çend rojan em ê gelê xwe agahdar bikin.”