Ciwanên Mexmûr’ê; ”Em ê heya Azadiya Rêber APO berxwedana xwe berdewam bikin. Em li dijî neyarên xwe her cûre şerê xwe bidomînin.”
MEXMÛR- Ciwanên Mexmûr’ê yê ku li dijî tecrîdê ev demekê di berxwedana greva birçîbûnê de bûn piştê ku birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû serdana Rêberê Gelan û jê agahî hate girtin hestên xwe anîtin ziman.
Ciwanê bi navê Cuma Yildiz got ku; ‘’Em berxwedana hemû hevalan pîroz dikin. Em çawa bi berxwedanê encam girtin ji vir şûnde jî bi berxwedana xwe li dijî neyarên xwe berxwe bidin. Ji bo azadiya Rêber APO jî heya dilopa xwîna xwe berxwe bidin, ji bo Azadiya Kurdistan berxwe bidin û li djî neyarên xwe heya dawî şer bikin. ‘’
Ciwanê bi navê Mazlum Tok jî got ku; ‘’Em ji agahî girtina Rêber APO agahdar bûn. Ev nîşaneya berxwedanê ye. Wê berxwedan bido me. Heta dawiyê emê pêy Rêberê xwe bin.’’