Hesaba Twitter’ê ya Parlamantera Riha yê HDP’ê Omer Ocalan hate hack kirin û peyamên tahrîkê tê avêtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji hesaba Twitter a Parlamantera Riha yê HDP’ê Omer Ocalan peyama Reberê Gelan Abdullah Ocalan ji jiyana xwe dest daye hate parvekirin. Tweeta ku li ser medyaya civakî bû rojev hate rakirin û Omer Ocalan daxuyaniya ku hesaba wî hatiye dizîn da.
Ji hesaba Ocalan pişte ku peyama ‘’Apê min ê hêja, Rêberê Gelê Kurd di seata 22:31 ê de rakirin nexweşxaneyê, bi hemû hewldanan jî ji jiyana xwe dest da. Ji raya giştî re tê agahdarkirin.’’ hate avêtin Omer Ocalan daxuyaniyek da û got hesaba wî hatiye dizîn. Her wiha peyam hate rakirin.
Hesaba Omer Ocalan hêj jî di bin êrîşê de ye.