Ji ber polîtîqayên AKP û rejîmê xîzanî û bihabûna jiyanê zêdetir dibe û di pênc sala dawî de 1 mîlyon 115 hezar û 530 xwendekar dev ji zanîngehê berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji ber polîtîqayên AKP û rejîmê xîzanî û bihabûna jiyanê zêdetir dibe û di pênc sala dawî de 1 mîlyon 115 hezar û 530 xwendekar dev ji zanîngehê berdan.
Ev agahî, bi xwesteka parlamenterê CHPê ya Îzmîrê Adnan Arslan ve ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hat dayîn.
Hêjmar her diçe zêde dibe
Li gor hêjmara fermî, hêjmara xwendekarên dev ji zanîngehê berdidin sal bi sal zêde dibe.
Di navbera heyama perwerdehî û fêrdariya 2013-2014’an de 135 hezar xwendekar, di 2014-2015‘an de 161 hezar, di 2015-2016‘an de 197 hezar, di 2016-2017‘an de 212 hezar xwendekar dev ji zanîngehê berdan. Lê sala borî, hêjmara xwendekaran li gor saleke berî du qat zêde bû û hêjmar bû 408 hezar.
Li gor agahiya Wezareta Ciwan û Werzîşê, sala borî 40 hezar xwendekar, di şûnewarên dewletê de cih nedîtine.