Meclîsên Ciwanên Umraniye bi çalakiyekî avabûna xwe îlan kir. Ciwanên ku tevli çalakî bû gotin em ê heya tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dawî bibe têkoşîna xwe berdewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsên Ciwanên Umraniye a HDP duh di navçeya Stenbol’ê Umraniye’yê bi çalakiyek ku li avahiya navçeyê de pêk anî avabûna xwe îlan kir. Di îlankirina meclîsê de gelek ciwan û welatî cihê xwe girtin.
Di salona Konferansê ya navçeya Umraniye ya HDP’ê posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ya Leyla Guvan a ku 67 roje di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de hate daliqandin.
Ciwanên ku avabûna xwe îlan kirin bal kişandin li ser hevdîtina Mehmet Ocalan a ku bi birayê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve kir û gotin heya Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya fiziki pêk were em ê bênavber têbikoşin.