Li her derê civînên gel li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didom in.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li her derê civînên gel li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didom in. Di civînan tê ziman ku hevdîtina ku bi Rêberê Gelan ve hate kirin nayê wê wateya ku tecrîd rabûye û tê gotin wê berxwedan bidom e.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Dêrîkê civîna gel li dar xist. Di civînê de ev peyam hat dayîn: “Hevdîtina ku bi Birêz Ocalan re hat kirin ji bo me kêfxweşiyekî mezin û gavekî girîng bû. Lê bele ev nayê wê wateyê ku tacrîd hatiye rakirin.”
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrg’ê Leyla Guven de hatine lidarxistin li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê hat li dar xistin. Ristinê HDP’ê û DBP’ê yên bajarê Mêrdînê û navçeyên û gellek welatî tevlî civînê bûn.
Di civînê de ev peyam hat dayîn: “Hevdîtina ku bi Birêz Ocalan re hat kirin ji bo me kêfxweşiyekî mezin û gavekî girîng bû. Lê bele ev nayê wê wateyê ku tacrîd hatiye rakirin.”
Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, civîna gel hat lidarxistin. Civîn li salona konferansê ya avahiya Rêxistina HDP’ê pêk hat. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamê MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tunç û gelek weletatî beşdarî civînê bûn.
‘DIVÊ EM XWEDÎ BERXWEDANA DÎROKÎ DERBIKEVIN’
Endamê MYK’a DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç di civînê de axivî û wiha got: “Bi pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan, qezencên gelê Kurd dikin hedefê. Di şaxsê Leyla Guven de, berxwedanek dîrokî destpê kiriye. Emê em bi hêzek mezin xwedî vê berxwedanê derkevin.”
‘DIXWAZIN BERXWEDANÊ VALE DERBIXIN’
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyên Kaçmaz jî, zextên li bajarên Kurd îro bandorê li hemû welat dike û wiha bilêv kir: “Kurdan di saya bedelên mezin dan, hin qezenc bidest xistin. Dixwazin van qezencan tune bikin. Bi taybetî bi tecrîda li ser Ocalan vê dikin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan piştî 853 rojan çû hevdîtina birayê xwe. Mehmet Ocalan duh daxuayniyek kurt da. Bi vê dixwazin berxwedanê vale derbixin. Hevdîtina kurt a duh bi Ocalan re hat kirin, nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye.”