Li 23 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
AMED – Walîtiya dagirker a Amedê ragihand ku li 13 gund û mezrayên navçeya Licê, li gundek navçeya Karazê û li 9 gund û mezrayên navçeya Hezroyê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiriye. Qedexeyê ji saet 06.00’an ve dest pê kir û dê heta fermana duyemîn dewam bike.
Hat ragihandin ku bi destpêkirina qedexeya derketina derve re eskeran dest bi operasyonê kiriye.