Kasim ENGÎN
Avahiya ku jê re dewlet tê gotin avahiyekê bi giştî dest datîne nirxên civakî yên maddî û manevî. Karê xespkirinê herî zêde jî kare bingehîn ê dewletê ye. Karê dizîn jî karên destpêkê yê dewletê ye.
Kêm zêde em hemû Çil Heramiyan dizanin. Heremiyan wekî komekî teng, bi lêdan, şikandin, xirakirinê ve bi tirsê di derdorekî teng de dîzîtî dikir, avahiyên bi navê dewlet di ser de wek hiquq tê zanîn ji bo li ser dizîtiyên dewletê bigire sazîbûnên xwe bi kişandina zemînekî legal ve çêdike.
Bersiva qorsanên ku ji aliyê Îskenderên Mezin ji Makadonyayê ve tê girtin û tê xwestin ku were darizandin navdêr e. Gotinên korsanan ‘’em tenê di cihekî teng de vî ya dikin, lê tu li hemû cihanê de dizî dikî.’’ wek gotinê me tînê cih û di aliya pênasa kirina talangerî û dîzîtiya deletê mînakên herî baş e.
Em dixwazin di vê nivîsê xwe de zêdetîrî dewlet bigirin dest. Di esasê xwe de em behsa rêveber û dewletên ku tam piştre dîtî û dizekî çavbirçî ye bikin.
Tê zanîn dewleta Tirk ji serê salê ve dest bi di dikanan de ji kîseyan 25 kuruş girtinê kiriye. Ji vê 25 kuruşê 15 kurûş ji dewletê rewek bace biçe.
Mirov pêwîste nebêje 15 kurûşe û derbas nebe. Em bifikrin li Tirkiye di rojê de çiqas kîse tê firotin. Em viya bikin salekî û binerin çiqas kîse dike. Buhaya ku derkeve holê buhayekî mirov biçûk bibine ye. Ji kesê ji bo dikarê ji kîseyekê re 25 kuruş bide re dibe nepirsgirek be. Heta henek kes bifikire pereyên ku ji b ovan kîseyan tên girtin kom bike û ji bo plastîkên jî wek paş veguherinê bike. Dîsa hinek kes dibe bifikre ku ev pereyê ku li vir tê kom kirin jibo ji Sinayiya Çekdariya Tirk re tê kom kirin.
Mirov dikare vana bêje heta zêdetirî jî bêje. Lê amurê dewletê yê ku em behs dikin jixwe ev e. Ger bikaribin ji ya ku kedê dide bi rêya dildarî bistînin, ger nekaribin bi rêya bacê bavêje bêrîka xwe û ev jî têrî nekir bi rêya xespê dest dane.
Wek mînak dewleta bi navê Komara Tirkiye yê bi şêwazekî her tim xesp dike. Damezrandina wan bi xespê destpêkiriye. Bi dest danîna hebûna malên Ermeniyan piştre ya Kurdan duv re jî di sala 1940 de destdanîna malên Cihû û Ruman burjûwaziya xwe ava kiriye. Destê sermeyadarên Tirkiyeyê bixwîne. Û nirxên di destê wan de ye bi giranî nirxên an Ermeniyan, an Cihûyan, an Suryanan an Ruman an jî ya Kurdan e. Tiştê ku ew tevlî kirine nîne heta zêdetirî kêm kirine ji nirxan xwarine.
Mînaka herî baş ê din jî dagirkirina Kibris û Efrînê ye. Di van deran de bi darê zorê destdanîne li ser hebûna malên gel û ji xwe re kirine sermaye.
Lê em vê ya baş bizanibin ger di cihekî de asta dizîkirinê çiqas dikevibe an jî ketibe mirov dikare li wir ewqas behsa ketinekî metirs bike.
Di derbarê hilweşîna vî qaideyî de mînaka herî baş rêvebirên Îranê ên berê Xanedana Kaçar e.
Vê malbatê ji bo piya bisekine d pêşiyê Îran hemû firotibû. Wisa ku titûn ji bo 50 salî firotin şîrketekî, neft(petrol) ji bo 100 salî firotin şîketeke din, bender nizam çend sala firotin hîn kesê din, Xwê û metal (maden) jî ji bo demên dighêje salan dan.
Hember van jî perekî hindik standin û an debara xwe ya jiyanek e bêqîmet kirin an deynê Îranê çi qedandin dan an jî ji bo mesrefên serokên xwe yên ku derketina derveyî welat serî li bêqîmetiyê dan.
Belê, Rêvebirên Îranê Xanedana Kaçar dibe ku bibe minakek baş ji bo pergalên hilweşandî. Lê belê Erdogan û yên derdorê wî ji bo mînakek baştir derbasdarin.
Van kesan her tiştê Tirkiyê derdixin pazarê. Cîhên herî xweş difroşin dewlemendên Ereb û Yehûdiyan.
Ev jî têrê nake, av û metalên Tirkiyê tên firotin.
Ji vê zêdetir jî ji bo hesabên xwe di bin qontrola xwe de bigrin wek Xanedan a Kaçaran şîrketên derveyê welat re peyman çêdikin.
Û ew pere û tiştên biha yê ku dizîne dişînin welatên din ji bo saxlem be. Çîroka Malta û Grava Manê jî van tişta dide nîşan kirin.
Yeke din jî anîna bacê ye. Cixare, alkol, wesayît, neft, rûn, fêkî, zerzewat, dermana bigre heya tûrîkên naylonî ango poşetên kû êdî tên firotin ji her tiştî re bac aniye.
Ketin û hilweşandin di vê astê de ye. Lê em bizanîbin ku ev ketin rastiya asta hilweşandinê nîşan dide.
Hilweşandin wisa kûre, ji bo civakê birûçikînin hemû derfetên xwe bi kar tînin. Çavê wan li pirtiyên nanê destê gel de ye.
Ji bo ku diziyên xwe veşêrin, derewên cûr bi cûr tînin ziman û lîstikan pêk tînin.
Bînin bîra xwe, beriya sersalê ji nişka ve bihayên neft û xazê daxistin û gotin “ em ê êdî zem nakin“. Lê çi sosret e ku, hê ku di sersalê re du-sê roj derbas nebibû ji her tiştê re zem hatine kirin. Ji neft, alkol, nan, cixare, xaz û hwd. gelek tiştan re him zem hatine kirin him jî li gel zem û bacan ji bo kîsikan jî bac anîn.
Ji ber ku di îflasê de ne evqas ketine. Ji ber ku hildiweşin. Ji ber ku têk diçin. Ango ji ber ku babidest in wisa nin.
Lê belê em bizanibin ku, ji ber ku ewqas kûr ve ketine, hesabê ku wê were pirsîn jî ewqas ji kûr ve bibe. Ji bo ku vî tiştî dizanin, bi çar destan hemû zordestiyên xwe pêk tînin da ku ser piyan bisekinin. Hiqûqa ku ew afirandine jî bin piyan dikin. Herî dawî, Bînalî Yildirim ê ku serê wî naxebite, bêyî ku ji peywira xwe yê Serokatiya Meclîsê îstîfa bike, bibû namzetê Serokê Şaredariya Stenbolê.
Belê, em dîsa bidin zanîn; YÊN KU ÇAV LI 25 QIRÛŞA BERDIDIN KESÊN BABIDEST IN. Û çûyîna wan jî ji nişka ve dibe.
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye vergerandin.