Endamên Meclîsên Ciwanên HDP ê li Amed’ê xwestin ku serê salê pîroz bikin ji aliyê polêsên dagirker ve hatibûn binçav kirin hatin berdan. Her wiha Hevserokên ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Meclîsên Ciwanên HDP ê li Amed’ê xwestin ku serê salê pîroz bikin ji aliyê polêsên dagirker ve hatibûn binçav kirin.
Ciwanên ku bi hemû çalakiyên xwe ve tên asteng kirin, pîroz kirina sersalê ya ciwanên HDP li Sur’ê ji aliyê polêsan ve hatibû asteng kirin û ciwanan hatibûn binçavkirin.
Ciwanên ku hatibûn binçav kirin HDP Hevseroka navçeya Sur’ê Sevim Coşkun, endamên Meclîsên Ciwanên HDP Canan Ogul, Havva Bilbik, Mustafa Suat Şenci, Şefika Yuruk, Berxwedan Yenî, Murat Kıiliç û Mustafa Şîmşek îro hatin berdan.
Her wiha Hevserokên HDP’ê yên navçeyên Zeytînbûrnû, Uskudar û Çekmekoyê yên duh bi şev hatin binçavkirin, piştî îfadeya wan hat girtin, hatin berdan.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê navçeya Zeytînbûrnû Samet Ayas, Hevserokê navçeya Uskudarê Hakki Cengîz, Hevserokên naçeya Çekmekoy ên Stenbolê Selma Korkmaz û Halîl Sakin duh bi şev hatibûn binçavkirin. Hevserok bi hinceta piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dest pêkirin hatibûn binçavkirin.
Piştî îfadeya 4 Hevserokan hatin girtin û şûn de hatin berdan.