Denîz Sûrgût, bang li ciwanan kir ku tev li çalakiyên di 19 Çileyê ku li seranserî Ewropa were li darxistin bibin kir.
STRASBOURG- Aktîvîst Denîz Sûrgût, 29 roje di greva birçîbûnê yê bêdem û bê dorveger de ye. Çalakvanên ku di gireva birçîbûnê de ne dixwazin tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ere rakirin. Ji bo piştgirî ji çlakvanên grevên birçîbûnê were dayîn û li dijî tecrîdê di 19 Çileyê de bi giştî li Ewropa wê çalakî were li dar xistin. Çalakvanê ku li Strasnourg’ê di greva birçîbûnê de ye Denîz Sûrgût bang li ciwanan kir ku tev li çalakiyên li seranserî Ewropa were li darxistin bibin:
”Tenê daxwaziyekî me heye ew jî şikandina tecrîda giran li ser Rêber APO ye. Bi vê re em bikaribin ber bi Azadiya Rêber APO ve gavên rast bavêjin. Ev erk ne tenê erka çalakvanê Strasbourgê ye. Ev erk berbirsiyariya hemû civakê ye bi taybet jî yê di milê ciwanan de ye. Ger ciwanan di vê pêvajoyê de erk û berpirsiyariya xwe re xwedî derkevin wê emê bi leztir bigihêjin armanca xwe û em zûtir biçin serkeftinê.
Em bîr nekin ku tecrîda li ser Rêber APO tê meşandin, tecrîda ku li ser hemûyan tê meşandin e. Bi taybet jî tecrîd li ser ciwanan tê meşandin. Ji ber vê sedemê jî yê ku destpêkê derkeve kolanan ciwan e, yê ku destpêkê bikeve tevgerê ciwan in. Ger ciwanan di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin em ê tecrîdê bişikînin. Em bawer bikin ku ev hêza me heye. Ger bixwazin em dikarin vê tecrîdê bişkînin. Ev moralê me jî, ev ev motîvasyona me jî, baweriya me jî, vîna me jî heye.
Ji ber vê banga me ev e: Em tev li çalakiyên ku di pêşengtiya Ciwanan de di 19 Çileyê li welatên cuda cuda yê Ewropa were li darxistin bibin. Ciwanan pêwîste di vê pêvajoyê de dengê çalakvanên vir, dengê Leyla Guven û dengê çalakvanên din bigihêjînin tevahî cihanê û herkesi.
Êdî dem hatiye, ”Serî Hilde û Rêbertî Azad Bike’, şiyara me ev e û em bawer dikin û em tecrîdê bişikînin û Azadiya Rêber APO pêk bînin.”