Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê meşekî bi heybet hate li dar xistin.
ŞEHBA- Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê ku 20‘ê Çileya 2018‘an destpê kir, meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê meşeke bi heybet li dar xist.
Meş bi dirûşmeyên “Efrîn yan Efrîn” hatibû lidarxistin. Bi hezaran malbatên şehîdên Efrîn û Şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen tevlî endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û endamên Kongreya Star li gundê Til Qerah kom bûn.
Malbatên şehîdan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û zarok û jin û kesên bi temen ên ku di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê de şehîd bibûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, şaxên zeytûnan hilda bûn û pankartên “Erdogan kujerê zarokan e, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin, em Efrîn bernadin, bê Efrîn jiyan nabe, ji Erdoganê kujer re na û bi îradeya jina azad em ê dijmin hilweşînin” vekiribûn.
Meş ji navenda gundê Til Qerahê ya Şehbayê bi pêşengtiya zarokan ku wêneyê şehîdan hilda bûn dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Erebî dihatin qîrkirîn wekî ” Ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê re na, em hebûna Tirkiyê li xaka Sûriyê qebûl nakin, bijî Berxwedana Serdemê û Şehîd namirin” dihatin berzikirin, dayik û hevjînên şehîdan di ber dirûşmeyan de jî tilîlî diavêtin.
Meş li kolanên sereke yên gund geriya û li ber avahiya Mecilsa Malbatên Şehîdan rawestiya.
Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeya rêz hate girtin. Piştre endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî û malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê muxateb girt û wiha got “Ey xwediyên şeref û rumetê; hûn bingeha hebûnê ne, bi saya xwîna zarên we û berxwedaniya wan a qehreman em heya vê kêliyên li ber xwe didin. Careke din Tirkiyê bi rûxandina gorên şehîdên pak û paqij bê exlaqiya xwe derxist, lewazbûna xwe li beramberî şehdên ku di gorê de ne eşkere kir.”
Her wiha endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ya ji pêkhateyê Ereb Fatima Cemo jî axivî û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yek in û wiha domand “Em şahidên bêmirovatiya Tirkiyê ne dema ku herêmên me dagir kirin, ji ber wê em ji hebûna wan li ser xaka xwe ne razî ne. Em amade ne bi yekrêzî li gel şêniyên Efrînê li hemberî wan bisekinin wekî ku çawa di dema rizgarkirina Şehbayê de ew jî bi me re bûn.”
Piştre Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo axaftin kir û ev tişt anî ziman “Tevahî cîhan dizane ku 20‘ê Çileyê roja Berxwedana Serdemê ye ne roja êrîşên Tirkiyê ne, heya vê kêliyên berxwedana lehengên me li Efrînê didome. Em teqez dikin ku wê xewên Tirkiyê wê negihêjin serî, ji ber nizane ku li her dervekê em lê bi cih dibin em ê hêzê diçînin.”
Her wiha endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Merwan Mihemed anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê nirx û rêgezên biratiya gelan û netewa demokratîk kirin hedef û got “Me dît çawa cihên pîroz rûxandin da ku bi vê yekê dîroka herêmê îmha bike, niha jî polîtîkeyên guhertina demografîk dimeşîne.”
Merwan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 58 roja a Efrînê û got, Berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan berxwedaniyeke cuda bû, mîna wê derneketine û destnîşan kir ku pêwîste her kes di ser î de civaka navdewletî van rojan ji bîr nekin û di her qadan de bi bîr bînin.
Di dawiyê de malbatên şehîdan bi yek dengî qîr kirin û soza şopandina rêya şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû cangoriyên azadiyê ta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran dan.