Li paytexta Fransa Parîs’ê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin.
FRANSA- Li paytexta Fransa Parîs’ê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê çalakiyek li dar xistin. Di meşê de çalakiya Leyla Guven a 68 roje berdewam dike û çalakvanên ku li zindanan û di gelek cihan de di nav berxwedana greva birçîbûnê de ye hate silav kirin û xwedî li xwesteka wan derkwtin. Ciwanên ku li Strasbourg-Saint-Denis’ê hatin gel hev di çalakiyê de panqartekî Frensî ya ”Dewleta Faşîst a Tirkiye ji Kurdistan’ê biqewite” rakirin. Ciwanan tîşortên Rêberê Gelan abdullah Ocalan li xwe kirin û ala PKK, KCK, û KJK rakirin.
Ciwanan di nav çalakiyê de belavokên ku bal dikşîne li ser berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên ”Bijî Berxwedanhên Zindanan”, ”Bijî Serok Apo”, ”Leyla Guven rûmata me ye” û ”Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ne” avêtin. Ciwanan di meşê de ketin navendekî dan û stendinê û li wir çalakiyekî bêîteatiya sîvîl pêk anîn. Piştre jî derbasî garê trênê bûn û li wir jî dirûşmên xwe berdewam kirin. Çalakî bi tilîliyan dawî bû.