Hate îddaakirin ku ala Tirkiye ku ewqas pesna wî didin ne ala ku ji Osmanî hatiye. Ala Tirkiye ya ku bi hîv-stêrkê pêk tê yê Bîzansan e.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate îddaakirin ku ala Tirkiye ku ewqas pesna wî didin ne ala ku ji Osmanî hatiye. Ala Tirkiye ya ku bi hîv-stêrkê pêk tê yê Bîzansan e.
Li ser ala Stenbolê ya ku Osmaniyê pejirandibû stêrkek heşt goşe hebû. Es heşt di ol a Mesîhî de pîroz bû û gelek bûyerên girîng temsîl dikir. Di dema Abdulmecîdê sala 1842’an de dev ji stêrka heşt goşe berdan û di cîhê wê de ji ber ku şertê îslamê pênc e biryara stêrkek pênc goşe dan. Û şeklê ala Osmanî hat vebirandin.
Ji ber Osmanî nîşan a hîv-stêrkê û misilmanî bi yekpare dibe. Lê belê qet nîşaneyek bi misilmanî nîne. Di destê Osmanî de bû nîşaneya Islamê û li cîhanê belav dibe. Welatên dinjî ji ber kû ev nîşan bûye sembola misilmaniyê ev sembol hate pejirandin. Dema ku Komara Tirkîyê hat sazkirin ala Osmanî bû ala Tirkiyê.
Her çiqas Tirk hewl didin ku nîşan a hîv-stêrkê bi Tirkbûn û Asya navîn ve girê bidin jî ev tiştekî vala û bê bingeh e.
Di navbera vê alê û Asya navîn de ti peywendî (eleqe) tine. Eleqeya vê alê Rom(Bîzans) û Stenbolê heye. Hîn demê berê de rehê wê dighêje Mezopotamyayê.
Heta beriya rojbuna Hz. Îsa jî nîşana ala Stenbolê hîvik bûye. Ew tişta ku Tirk dibêjin xwedêgiravî li ser xwîna leşkerên Osmanî hîv-stêrk hatiye xuyan derewek mezin e.