Çalakiya çalakvanên Strasbourgê îro ket roja 30’an. Moralê çalakvanan gelek bilind e. Îşev çalakvanan di nav xwe de moralek ava kirin û Denîz Sûrgût ku ciwanekî di nav berxwêderan de cihê xwe digire helbesta Bertolt Brecht bi navê ‘’Ji Partiyê re Pesin’’ xwend.
STRASBOURG- Çalakiya greva birçîbûnê ya di zindanên metîngerî de, li Strasbourg, Hewlêr û Galler’ê berdewam dikin. Çalakiya ku Leyla Guven pêşengti dike encamek dabû di roja şemiyê de Mehmet Ocalan çûbû serdana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Lê bele ev nedihat wateya ku tecrîd rabûye. Çalakvanên di greva birçîbûnê de jî vê hevdîtinê wek leyîstokek nirxandin û biryara heya tecrîd bi giştî rabe ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.