Meclîsên Ciwanên HDP ya Yenîşehîr’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 69 roje li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye li semta Amed’ê Seyrantepe derketin qadan.
AMED- Meclîsên Ciwanên HDP ya Yenîşehîr’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 69 roje li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye li semta Amed’ê Seyrantepe derketin qadan.
Ji ciwanan re gelên Amed’ê piştgirî da û ji bo bibin dengê Leyla bangawazî kirin. Ciwanan bênavber diruşmên ”Bijî Berxwedana Zindanan” û ”Leyla Guven rumeta me ye” berz kirin.