Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 781’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
STENBOL – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek û Mehdî Oztuzun bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 781’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê û bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.
Parezerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hinceta “muxalefeta hewayê heye”, “koster xerabe ye”, “koster di tamirê de ye”, “OHAL heye” daxwazên wan tên astengkirin.