Ciwan Mehmet Tekmîr hêzê dagirker li nasnameya wî kontrol kir û ew derb kir serî li şaxa ÎHD’ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
AMED – Ciwan Mehmet Tekmîr polêsê dagirker li nasnameya wî kontrol kir û ew derb kir serî li şaxa ÎHD’ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
Welatî Mehmet Tekmîr ê di 7’ê Çile de li Parka Gulan a taxa Şeyh Şamîlê ya Rezan a Amedê li gel hevalê xwe ji aliyê polêsê dagirker ve hat rawestandin û polêsê dagirker li nasnameya wan nerî hat binçavkirin. Tekmir ku li parkê polêsê dagirker li nasnameya wî nerî û ew binçav kirin birin qereqola polêsê dagirker . Tekmîr ku ji aliyê 5-6 polêsê dagirker ve hat binçavkirin li qerdeqolê rastî lêdanê hat û îşkence lê hat kirin. Tekmîr di 9’ê Çile de sewqî dozgeriyê hat kirin piştî îfade da serbest hat berdan. Tekmîr, piştî hat berdan serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê da û alîkariya hiqûqî xwest.
Tekmîr, diyar kir ku polêsê dagirker ew di 7’ê çile de binçav kir û wiha got: ” polêsê dagirker ên ku em binçavkirin ji mere çêr kirin. Dema min jî bersiv da 5-6 polêsê dagirker din hatin û ez derb kirim. Ez li erdê dirêj kirim û gaza îsotê avêtin çavên min. Yek ji wan polêsê dagirker pê li pişta min kir û yên din jî li min dan. Nêzî 10 deqîqeyan ez derb kirin. Piştre destê min kelepçe kirin û ez birim qereqolê. Di erebeyê de ji hevre gotin “Dê rojekê yek guleyekê berde serê wî. Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye’
Piştre ez birim nexweşxaneyê. Bijîşk jî li gorî daxwaza polêsê dagirker tev geriya. Piştre ez birim Qereqola 10 Nisan a polêsê dagirker . Ji wir ez birim TEM’ê Li TEM’ê yek ji polêsê dagirker li serê min xist. Ez 2 şevan li nezaretê mam. Bi sedema ku ez beşdarî mîtîngên 2013-2015’an bûme îdîa kirin ku min propaganda kiriye.”