Ciwanên Hambûrg’ê bi bîranînekî gerilayê Alman Şiyar Gabar (Jakop Rîemer) di 9’ê Tirmêha 2018 de li Çarçella Şehîd ketiye bi bîr ani.
HAMBÛRG- Di hefteya çûyî de bi daxuyaniyekî Navenda Ragihandina HPG’ê hatibû ragihandin ku gerilayê Alman Şiyar Gabar (Jakop Rîemer) di 9’ê Tirmêha 2018 de li Çarçella Şehîd ketiye. Şehîd Şiyar Gabar ku berê di çiyayên Kurdistan’ê de bi hevpeyvinê xwe di bîra me de cihê xwe girtibû duh li Hambûrg’ê hate bi bîr anîn. Bîranîna ku cihekî girîng ji bo çepgirane û cihekî ku Şehîd Şiyar jî her tim serlêdan dikir Rote Flora’yê hate kirin.
Ciwanên ku di bîranînê de cihê xwe girtin soza xwedî derketina têkoşîna hevalên xwe dan. Di axaftina Ciwanan de hate ziman ku Şehîd Şiyar her tim di lêgerînê de bû ye. Her tim dixwest jiyanek cuda bijî. Ji ber vê jî di sala 2013 de biryara xwe daye û tevli refên PKK bû ye.
Her wiha ciwanan bal kişandin li ser têkoşîna Enternasyonal û soza xwedî derketina vê tÊkoşînê dan. Ciwanan got