Ji kesên ku piştî qedexeya derketina derva li Licê , Hezro û Karazê hatin binçavkirin ji wan 2 kes hatin girtin.
AMED –Ji kesên ku piştî qedexeya derketina derva li Licê , Hezro û Karazê hatin binçavkirin ji wan 2 kes hatin girtin.
Li navçeyên Amedê, Licê, Hezro û li Karazê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û duh bişev hatibû rakirin. Li gundê Helhel yê Hezroyê duh bi ser malan de hatibû girtin û di nav de zaroka 2 salî 6 kes hatibûn binçavkirin.
Ji kesên ku hatin binçavkirin Mulkiye Tekîn, Ruken Tekîn, Feyzî Tekîn, Roza Tekîn (2 salî) serbest hatin berdan û Hasan Tekîn û Yahya Tekîn ji ber ku berê dosya derbarê wan de hene hatin girtin.