Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger îşev li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnên li çar bajarên Fransa û Almanya’yê çalakî li dar xistin.
BONN
Tevgera ciwanên șoreșger, ji bo piştgiriya Leyla Guven u hemû çalakvanên di greva birçîbunê de Kurdistanî u enternasyonalistên ku li eyaleta Almanyayê NRW ê dijîn li bajarê Bonn derketin qadan û bi suretên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek lidar xistin. Ciwanên ku li Bel du Maîdenê rê li trafîkê girtin, bi qasî 35 deqeyan çalakiya xwe bi dirûşman dom kirin. Ciwanên ku meşa xwe dewam kirin, bi daxuyaniya dan û şûnde dawî li çalakiya xwe anîn.
BORDEOUX
Li bajara Fransa Bordeûxê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li suka Saint Catherine li dijî tecrîdê giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven, Çalakvanên Strasbourg, Galler, Hewlêr û zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gel were agahdarkirin belavok belav kirin. Her wiha bi heman armancê li Bochum’ê jî belavok hate belav kirin.