Hate zanîn ku li navçeya Amed Rezan’ê di taxa Yenîkoşk’ê di seatên êvarê de polêsên dagirker ên Tirk du ciwanan bi çek xistiye. Cihê ku ciwan hatin xistin ji aliyê Rangerê wan hatiye dorpêç kirin.
AMED- Hate zanîn ku li navçeya Amed Rezan’ê di taxa Yenîkoşk’ê di seatên êvarê de polêsên dagirker ên Tirk du ciwanan bi çek xistiye. Cihê ku ciwan hatin xistin ji aliyê Rangerê wan hatiye dorpêç kirin. Polêsên Lêkolînên hatiye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.
Nehat zanîn ku ciwan kî ne û ji ber çi hatine xistin. Ji ciwanan yek di cihê bûyerê ji jiyana xwe dest daye û ciwanek jî birîndar rakirine nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ê Perwerde û Lêkolînê.
Li gor çavkaniyên ku em pê re axîfîn bûyer êvarê di seat 19:00 de pêk hatiye. Komek ciwan ku rê de dimeşiyan polêsên dewleta dagirker seranserî gulle reşandine. Piştê gule reşandinê ciwanek di cihê bûyerê ji jiyana xwee dest dide. Ciwanek din jî birîndar dibe û bi rewşa xwe ya birîndarî tê kelepçekirin. û bi vê halê xwe siwarê wesayîtê tê kirin.
Hate agahdarkirin ku piştê bûyerê polêsan bi wesayîtên rangeran ve derdor dorpêç dikin û bi giştî bajarê Amed’ê de tevgerek polêsan tê jiyin.