Di seatên ber bi êvarê de li bajarên Almanya Duisburg û Bîelfeld’ê ciwanên Kurdistan’ê Ciwanên Enternasyonal çalakiyên bêîteatiya sîvîl li dar xistin.
ALMANYA- Di seatên ber bi êvarê de li bajarên Almanya Duisburg û Bîelfeld’ê ciwanên Kurdistan’ê Ciwanên Enternasyonal çalakiyên bêîteatiya sîvîl li dar xistin.
Çalakiyên ku li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hatiye li darxistin wiha ye:
Duisbûrg
Ciwanên ku li navendê ber bi stasyona trênê kom bûn bi dirûşmên ”Bijî Serok APO” tecrîd protesto kirin û piştgirî dan çalakiya berxwedanê ya Leyla Guven û berxwêderên din.
Bîelfeld
Li Bîelfeld’ê jî ciwanan li navendê li ber Stasyona Trênê hatin gel hev û heya direnga şevê çalakiya xwe ya bêîteatiya sîvîl bi dirûşman berdewam kirin. Ciwanan bi zimanê Almanî ”Bijî Ocalan” û ”Bijî PKK” berz kirin. Ciwanan panqertekî ku peyamên piştgiriya çalakiya Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê dikir vekirin.
Ciwanan di daxuyaniyê ku dan de anîn ziman ku wê çalakiya wan bidome ê demildest tecrîd rabe.