ATAKAN ÇETÎN
Di şeva 12’ê Çileyê de nûçeyek kurt ket TV yan. Li gor nûçeyê dan zanîn ku, Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê, ji ber ku bixwe bi tenê nikare biçe xuyaye ku bi destê dewletê çûye û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Nûçe kurt bû lê belê bêguman bandora wê pir mezin bû. Ji nişka ve hemû bultenên TVyan serobino bûn. Şîrovekerên TVyan, ji nişka ve dest bi gotina her tiştî kirin. Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan, bi dilxweşî agahiya hevdîtinê da û got; “ 3 rojên din daxuyaniyek berfirehî wê were dayînê.“. Lê belê qey fikara Pervîn Buldan jî hebû; ji ber ku di daxuyaniya xwe de got ku; “ Ev hevdîtin, nayê wateya ku tecrîd hatiye qedandin“. Dîsa roja Şemiyê, bi şev di seat 12’an de, ji ber ku parêzer bi Leyla Guven re hevdîtin pêk bîne, birin girtîgehê. Lê belê armanca wan çi ye, diyar e; bi gotina “ Li Îmraliyê hevdîtin pêk hat“ ve dixwastin, greva birçîbûyîna ya Leyla Guven a ku 67 rojan di grevê de ye, bidin qedandin. Tiştê ku çêdibin, qey ji bo vê armanca dawî hatine çêkirin. Şikur ku Leyla Guven derneket hevdîtinê an jî nikaribû derketa hevdîtinê û bi vî awayî lîstoka Osmanî-Bîzansî vala hat derxistin.
Niha dixwazin nîqaşen berfirehî were kirinê lê belê ew tên hişê mirovan; Bi rastî jî li Îmraliyê hevdîtin pêk hat an na? Bi rastî jî Mehmet Ocalan birin Îmraliyê? Heke biribin jî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinê qebûl kir an na? Lewma, di navbera du birayan de, bi rastî jî wekî hevdîtinek ku em bikaribin bêjin “ hevdîtin “ çêbû an na?
Li vir em dikarin bêjin ku; “ evqasî jî pir zêde ye, li holê evqas nûçe û nîqaş heye lê tu hê jî pirsa ’ hevdîtin pêk hat an na ‘ dikî!”. Belê, li holê gelek nûçe û niqaş hene lê belê tiştê ku em bêjin şênber e tune ye. Mînak; Daxuyaniyek Mehmet Ocalan ê ku dibêjin hevdîtin pêk aniye, tune ye. Tê gotin ku lawê Mehmet Ocalan daxuyanî daye. Bila be, çima Mehmet Ocalan li hemberî kamerayên TVyan daxuyaniyek nade? Halbûkî kesayeta Mehmet Ocalan, kesayetekî ji daxuyaniyên wisa hez dike ye. Di daxuyaniya Omer Ocalan de jî bi israrî tê gotin ku, “ev hevdîtinek malbatî ye û tu têkiliya wê bi tecrîdê re tune ye“. Li vir jî bisînorkirinek micid mijara gotinê ye. Yek jî çima bi tenê Mehmet Ocalan çûye û ji malbatê kesên din pê re neçûye? Dîsa malbatên ku nasên wan li Îmrali ye çima neçûne? Madem hevdîtinek malbatî ye, çima hemû malbat bi hev re neçûn?
Yek jî bi ser de, him jî nîvê şeva şemiyê de hewla bi Leyla Guvenê re hevdîtinkirinê jî divê em pêve bikin. Hemû neasayîtiyên din bidin aliyekî, çima piştî ku gotin li Îmraliyê hevdîtin çêbûye, ber bi Leyla Guven ve çûn?
Dema ku em hemû bûyerê binirxînin, bi zelalî tê dîtin ku, desthilatdariya AKP a faşîst,ji bo ku Leyla Guven dev ji çalakiyê berde, lîstokek leyîstiye. Ji ber ku desthilatdariya AKP a faşîst, li hemberî berxwedana greva birçîbûyîna Leyla Guven a ku Hevseroka KCDê û Parlamentera HDPê ye, bêçare ye û di nava zorê de maye. Bi dek û dolabên şerê teybet ve, dixwastin, çalakiya Leyla Guven a ku bibîryardarî çalakî dimeşîne, bidin berdan. Nexwe li holê bidawîbûna tecrîda Îmraliyê bidin aliyekî, di wateya rast de hevdîtinek malbatî jî nîne. Rasterast lîstokek û fenek ya şerê teybetê heye. Mixabin kesên ku bi vê agahiyê ketine nava livûtevgerê, hatine lîstoka şerê teybet.
Ji agahiyên hatine dayîn tê fêhmkirin ku, Mehmet Ocalanê bi rastî birine Îmraliyê. Lêbelê, di guncana hevdîtina malbatî de jî biguman e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdînek rast pêk hatiye. Îxtîmalek mezin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevdîtinê red kir û birayê xwe paşde vegerand. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewla hevdîtina 11‘ê Îlona 2016‘ê jî yê ku mîna vê rewşê bû, wek valaderxistina grevê pênase kiribû û yên ku amûrên vî karî bûne jî bi zimanek hişk rexne kiribû. Pêkan e ku, di roja 12‘ê Çileyê de jî jê hişktir tevgeriyabe û bêyî ku tiştekî bêje birayê xwe şandibe. Ji ber vê yekê Mehmet Ocalan nekarî li hemberî çapemeniyê derkeve.
Xuyaye ku yê ku tê jiyîn lîstoka Osmanî ye û dek û dolaba şerê teybet e. Ji hevdîtinê zêdetir, bi dek û dolabek wisa ve dixwastin çalakiya Leyla Guvenê bidin berdan û bi vî awayî jî dixwastin pêngava “ Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin “ vala derxînin. Teqez e ku armanca faşîzma AKP-MHPê ev bû û ji ber wê jî Mehmet Ocalan birine Îmraliyê. Di dawiyê de, Hevserokatiya Rêveberiya Konseya KCKê jî, di daxuyaniya xwe yê ser bûyerê de jî heman nirxandinê kir û bang li herkesî kir ku bila herkes li hemberî dek û dolabên şerê teybet bihestiyarî tevbigere û da zanîn ku pêngava wan ya berxwedanê bi navê “ Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin “, berdewam dike.
Di heman daxuyaniya KCKê de, hat kirpandin ku berxwedana wan, faşîzma AKP-MHP di zoriyê de hiştiye û mecbûr mane ku Mehmet Ocalan birine Îmraliyê. Û hat gotin ku; “ Di vê esasê de, yê ku tê jiyîn serkeftina berxwedana azadiyê ye û em li kesên ku li hemberî Tecrîdê berxwe didin silav dikin“. Bi rastî jî, her çiqas a ku hat kirin dek û dolaba ya şerê teybet bibe jî, faşîzma AKP-MHPê, mecbûr man ku gaveke wisa biavêjin. Ev jî rastiya berxwedanê ya faşîzmrûxîner û serkeftiyê nîşan dide.
Wek encam, xuyaye ku em bi êrîşek hovane û topyekûn ya faşîzmê re rû bi rû ne û li hemberî vê jî em wek hemû gelan, berxwedanek demokratîk dimeşînin. Dîsa ev êrîşkariya faşîzmê jî di nava guncana şerê teybet de ye û xuyaye ku şerê teybet jî tê wateya derew û xapandinê. Nexwe di demên ku li hemberî faşîzmê berxwe didin de, li hemberî îxtîmalên her cureyên şerê teybet û derew û hîleyên wê, divê ku em çavvekirî û bibaldar bibin. Bi teybetî jî, dezgehên çapemeniyê û qadên siyaseta demokratîk, hewceye ku bala xwe bidinê li vê rasteqîniyê. Heke wisa nebe, hûn her ku bêjin “ em li hemberî faşîzmê têdikoşin “ û wisa hîs dikin, dîsa jî dibe ku hûn di rastiyê de xizmetê faşîzme bikin.
Xuyaye ku bi helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa bi sekna Leyla Guven ya bibîryardarî û bi daxuyaniya Hevserokatiya Rêveberiya Konseya KCKê ve, lîstoka şerê teybet ya faşîzmê hatiye xerakirin. Di vê bingehê de berxwedan, li her qadê hîn bibîryartir berdewam dike û ber bi serkeftinê ve dimeşe. Lêbelê, çawa ku faşîzma AKP-MHPê dev ji zilmkirinê bernadin, wisa jî dev ji dek û dolabên û hîleyên şerê teybetê jî bernadin. Nexwe dema ku têkoşîn, li hemberî faşîzmê û dek û dolabên şerê teybetê, heke bi hestiyarî bibe û heke di dema rast de wan vala derxîne, wê çaxê bihihîje armanca xwe. Divê herkes di nava hestiyariyê de bibe û bibaldarî tevbigere.
Ji Navenda Lêkolîna STratejîk a Kurdistanê hatiye wergerandin.