Parêzer Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku hevdîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re nîv saetê dewam kiriye û got û ji aliyê dewletê ve hatiye temaşe kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên greva birçîbûnê yê bê dem û bê dorveger li dijî tecrîda giran Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike. Li dijî vî saziyên huquqî ya cihanê bêdengiyê xwe diparêzin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6’ê Cotmeha 2014’an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11’ê Îlona 2016’an û herî dawî jî di 12’ê Çileya 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin çêkir.
Hevdîtin tenê nîv seat bû
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku hevdîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re nîv saetê dewam kiriye û got û ji aliyê dewletê ve hatiye temaşe kiriye.
Tecrîd Ranebû
Bîlmez, destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq veguheriye amûrekê û nayê hesibandin. Bîlmez got: “Tenê hiqûq xizmeta tecrîdê dike. Em di warê hiqûqê de tiştekî ji wan naxwazin. Me di hevdîtina dawî ya Mehmet Ocalan de jî dît ku wexta dewlet dixwaze bi awayekî fiîlî dike. Ev jî nîşaneya kêfiyetê ye. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re girîng e, lê ev yek nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.”