Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê, kolberekî Kurd mir, yek jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gorî malpera Kolber Newsê, doh (15’ê Çileyê), hêzên rejîma Îranê li ser sînorê parêzgeha Ûrmiyê gule li ser komek ji kolberên Kurd reşandin.
Hêzên rejîma Îranê bêyî ku hişyarî bidin, li nêzîkê gundê Razî yê herêma Kotol ê li ser sînorê parêzgeha Ûrmiyê li komek kolberên Kurd reşandin. Di encamê de kolberek hat kuştin , kolberek jî bi giranî birîndar bû.
Hate ragihandin, kolberê jiyana xwe ji dest daye Ebdullah Yûsifî ye û kolberê birîndar jî Îhsan Xalidî ye.
Li gor raporan, tenê di 3 rojên dawî de, bi giştî 4 kolberên Kurd hatine kuştin û 6 kolberê jî birîndar bûne.